Dema azadî, wekhevî ji bo Kurdên Başurê Biçuk hatiye!
Gelê me yê qedirşînas, Kurdên azadî xwaz, aştixwazên berxwedar,
Ev dem dema demokrasî, mirovantî, tolerans û wekheviyê ye. Devra olîgarşî, monarşî, diktatorî, binemalî û zordarî bi têgihiştin, zanebûn, xebat û xizmeta civat, kom û gelan derbas dibe. Dewra rêzdariya mafê mirovantî, demokrasî û wekheviyê dest pêkiriye.
Di vê debarê de gelê Kurd bi welat û civaka xweve ji hêla zordar û kedxwaranve hate parçe kirin. Lê gelê me bi hemû hêz û baweriya azadiyê doza xwe ji dest berneda. Îro roj roja xebat û xizmeta azadî, dostî û wekheviyê ye.
Kurdên me yên Başurê Biçuk jî dil li nirx û buhayên xwe xwedî derketin. Ez hêvîdarim ku hîn bi leztir, bi xwînsarî lê bi dilgermî, bi yek mil û dil bê xerakirin û ruxandin, bi canikî û camêrî, ji hevre bi tolerans û yekitî doza xwe li gel birayên xwe yên ereb bi serbixin.
Em jî bi dil û can li gel we ne.
Bijî doza azadî, aştî û demokrasiyê.
Bijî Kurdistan
Şivan Perwer