"

Hunermendê navdar Nîzametîn Arîç

Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

 

 

"Hunermend, divê nimûneya civakê be di warê; neteweyî, ehlaqî û pêşketinê de." Mamoste û hunermendê mezin Feqiyê Teyran (Nizamettin Ariç) dibêjê û berdewam dike "Huner dikare roleke mezin di civakê de bileyîze, divê huner û hunermend piçûk neyê dîtin, divê bi cidî were girtin. Karê siyasetmedaran cuda ye, karê huner û hunermendan cudya, lê divê her du li hev rûnin, ji hev fêm bikin û pirsan çareser bikin. Hunera Kurdî pir kevine, pir dewlemende, lê mixabin hatiye wenda kirin. Berê ji çengê teyran bilûr çêdikirin, kanî, çima wendaye? Pir xeter û xirabe tu awaza gelêrî bike propaganada siyasetê!..Divê huner bi pisporî were çêkirin. Îro hunera Kurdî di nava Erebeskiyê de tê wenda kirin…" Û ligel mamsote der barê hunera Kurdî de demeke gelek xweş derbaz bû. Mamoste bi helwêsteke vekirî û aşkere bersiva pirsên min dan. Wê demê di hişê min de zindî bû ku divê hunermend çawa be, xwedî kesatiyeke çawa be û çawa bibe nimûneya civakê û dikare çi bike û çi neke.

Mamoste Nizamettin Ariç, berî derbazî pirsan bibim, bixêrhatina we dikim li Herêma Kurdistanê. Ez bawerim ev cara yekê tê Herêma Kurdistanê. Ez ne şaşbim, ev 30 sal bûn ji bajarê Agirî veqetiyayî. Başe, mamoste hêj tu li Almaniya we bihîst tu yê were Kurdistanê, ji te re hate gotin tu ji bo Vêstîvala Filmên Kurdî Duhok-Berlîn mêhvanî, gelo di wan kêliyan de hestên we çawa bû û piştî hatî Kurdistanê, we çi hest jiyan kir, we çi dît?

Bi rastî, ev 30 salin ji bo azadiya miletê xwe kar dikim. Li dinyayê de belkî bajarek nameye ez neçûme, Kurd li kûderê heye çûme, ji bo miletê xwe min konsêr pêşkêş kirine, tim li cem miletê xwe bûme, miletê xwe tenê nehiştiye. Lê bo min giran dihat ku, min zanîbû li vire perçeke miletê me azad heye, îcar ez dibihîzîm û dixwînim hunermendên Tirkan têne vir konsêran didin bi zimanê Tirkî, hunermendên Tirkî tînin li vir ji wan re konsêran amade dikin, çêdikin. Van tiştan ez pir êşandim. Paşê ji min re jî kesekî negot were, kerem bike qehwekê vexwe. Bi rastî min jî nedixwest wekî gerokan (Turîstan) bêm, gava ez mîna gerokan bêm ez karim bêm û kes nikare ji min re bêje tu hatî, evder welatê mine, ez dikarim. Lê ez naxwazim kesî bibînim, ev siyasetmedara, ev hunermende, niznim çi. Min jî nedixwest vê bikim, min nexwest xwe bikim vê rewşê. Lewma ji alikî ve pir dilşkestî bûm, ji aliyekî din ve dema hevalan gote min mamoste em dixwazin tu were fêstîvala Duhokê û bibe desteka jorî, ez pir şabûm, ji ber ku ez li hêviya wan tiştan bûm ku yek ji min re bibêje were qehwekê vexwe û bêje îcar bibêje ji kerema xwe pereyên balfira xwe, pereyên otêlê û xwarina xwe bide û tenê em ê qehwekê diyarî te bikin. Mesle, meseleya me ne pereye, ne tiştên madî û tiştên piçûke, tiştên ji van gîrigtir hene, mesele me azadiye, ez ji bo azadiya miletê xwe huner dikim. Lewma pir şabûm, bi hîseke mezin hatim, mereqekek mezin di serê min de hebû. Diçûn û dihatin, ji min re behsa vir dikirin, lê dema mirov bi çavê xwe nebîne û bi guhê xwe nebihîze mirov tam nikare bawer bike. Lewma dema ez hatim, min dît, bi rastî miletê me azade li vir, pêşde çûye. Dema miorv li nava Duhokê digere, nîvî zêdetir avakirina avahiyan heye, ango pêşdeçûneke xweş heye, ev jî nîşan dike di warê aborî de, di warê Hikûmeta me û miletê me de başe, ev tiştekî cihê şahiyê ye. Netenê aliyê avahiyan de, mirov tirimbêlên baş dimîne, carna di malekê de 2-3 tirimbêlan dibîne û li ber çavin, pir tiştên balkêş hene. Lê tişteke mezin li vir heye, pêşdeçûnên otêlên 5 stêr, tirimbêlên baş, avahiyên xweş û telefonên moderin baştir têr nake, têr nake ku miletek xwe bigihîne qonaxekê. Kêmasiyek mezin dibînim di warê mejî de, ez dibînim evqas mejiyê me pêşde nûçeye ku mirov bibêje di nava van 15-20 salan de aqilê Kurd pêşde çûye. Pere heye lê, netenê pere, di meseleyên neteweyî de pir tiştên xweşhene, pir planên baş hene, meseleya yekîtiyê de pir tişt hene, meseleyê huner û çandê de pir tiştên baş hene. Îcar bifikre em hatine vir Vêstîvalekê sînamek tune ku mirov filmekê nîşan bide, em hatine bajarekê ku miletê me hîn nebûye biçe bîlêtekê bibire û bikeve sînameyê. Ev kêmasiyên mezinin. Ango, sînema, mîna mûzîk, mîna resim, mîna roman, edebiyat, mîna helbest evane tiştên pir gîringin, divê miorv vêstîvala hunerên din jî li dar bixe ku milet hêdî hêdî hîn bibe. Milet 6'an roj hatin, mêzekirin çawa hunermend filmên xwe çêkirine, çawa mirov dikare bi wan re bikeve gotûbêjê, bi kijan alîkarî û armanc û hêviyê çêkirine û milet çawa dibîne, bi xwe wisa fikiriye çêkiriye, lê milet çawa dibîne? Û ev gotûbêj pir gîringe, mejiyê milet vedike, pêşdixe, ev jî nîşan dike çend pêwîste, ev milet bilind dike. Mixabin em dereng mane, lê em nû dest pê dikin û ev başe û gereke em dest pê bikin.

Mamoste, Herêma Kurdistanê gelek cara di warê helbestê de, di warê hunerê de, weku vêstîvala niha Vestîvala filman de pêngavan diavêje, van pêngavan çawa dibîne? Her girêdayî vê pirsê, Vêsîtîvala Filmên Kurdî Duhok-Berlîn we ji aliyê erênî û neyînî ve çawa dît?

Ewil, Festîvalên wisa pir pir gîring in, divê çêbibin. Festîvalên wisan re alîkarî divê. Hikûmeta me, siziyên me, siyasetmedarên me ji kerema xwe pereyekê danin, pereke nepiçûk. Evan huneremendên huner çêbikin, evane divê wisa nefikirin ku hunermendên rastoranekê rûdîne, yek wisa helbestên xwe dixwîne, yek wisa distire, wiha besît li meseleyê hunerê nefikirin. Li Almanya her sal ji bo hunerê giştî 11 milyar euro, milyon nabêjim milyar dibêjim pere didin, binêr çiqas pereye, çiqas gîringe? Hikûmeta me pir başe, pêşde diçe, ji bo me Kurdan pîroziye, ev tiştekî gelekî başe. Ji kerama xwe tiştên hûn ji bo hunermendan didin, mecbûrîn zêde zêde bikin, wê çaxê dikarin Vêstîvalên wiha zêde bikin, hunermend jî dikarin rûnin û hunera xwe bi bêhna fireh hunera xwe çêkin. Dema Vêstîvaleke wiha çêdikin, ji kerama xwe xelateke wisa bidin ku bala dinyayê bikişîne, bala miletê din jî bikişîne, bala hunermendên din jî bikişîne, bila bizanin ku dema em diçin wir, em filma xwe bibin wir, em dizanin em ê tiştekê qezenc bikin, xelatekê bistînin, pere jî tê de heye, ango mirov divê ber bi xwe ve bikişîne, hem ji bo xwe û hem ji bo hunermendên xwe jî, bi tiştine ewrûpayî. Ji ber ku li welatên Ewrûpa li hemû bajaran Vêstîval hene. Em jî dixwazin Vêstîvaleke xweş hebe, da Kurd jî karibe bibêje ya me jî heye. Lewma eva jî bê pere nabe, profesyoneltî dixwaze, kesên profesyonel jî baş karê xwe bizane û gerek nefikire wê vê heyvê karibe kiriya xwe bide yan na. Ji bo huneremnedan alîkariya dewletê ya Hikûmetê divê, Vêstîvalan re dema 500 didin ji kerama xwe re 750 bidin, wê çaxê dikarin bibînin ku pere karê baştir tîne, wê demê Vêstîval jî di 4-5 salan de dikare li cihê xwe rûne, hem bo miletê me, hem jî di cîhanê de dikare deng bide. Êdî em dikarin ne tenê ji bo Kurdan, dikarin di asta navnetewî de jî mêhvanan bînin sînameyê. Em gazî wan bikin, reklama miletê me çêdibe, reklama Herêma me çêdibe, vane dikarin çanda me, zimanê me bibînin ku Kurd çend mêhvanperwere, çend çandheze, çend miletheze. Mîna me Kurdan miletek tune, em bi zimanê ereban Ereban dixwînin, dinivîsin, distrînin pirsgirêk bo me nîne, bi zimanê Tirkan dixwînin, çêdikin, distirînin, bi zimanê Farisan û zimanê miletên din pirsgirêk tune, lê miletê cîranên me mîna me nakin, cudahiya me ve, cudahiyeke pir xweşe, ev nîşan dike ku em miletekê çend dil pakin. Divê em di çarçeveke profesyonel de xwe nîşan bikin. Vêstîvalên mîna Duhokê paşerojê de bi aborî xurt bikin, wê çaxê xort jî dikarin tiştên baş bikin, ev xortên ku dixwazin tiştan bikin jîrin, hîn dibin û wê tiştên baştir bikin.

Mamoste Nizametîn weku derhêner, awazçêker di qonaxa îro de awaza filman çawa dibîne? Mamoste Nizametîn awaz gelek ji filman re jî çêkirine û gelek filman jî awazên we bi kar anîne, gelo ev bi destûra te dibin yan heme bê destûrin?

Dema hatim vir (Bi ken), 4-5 xortên me hatin, gotin mamoste me bibexşîne me bê destûra te awazên we di filman de bi kar aniye, lê niha em ji te re dibêjin, (Bi ken) çêkirine û çûye û niha ji min re dibêjin.

Mamoste wek nimûne, tu dikare navê wan filman bi nav bike?

Na, bernamên televîzyona çê dikin, kurte filman çêdikin wiha dikin, ev bo min asayî bûye. Ji ber ku li hemû welatan Kurdan helbestan dixwînin ser mûzîka min, di şanoyan de mûzîka min bi kar tînin, bi pir awayî mûzîka min bi kar tînin, hindek ji wan telefona min peyda dikin û destûr dixwazin, ji ber ku dizanin ez destûr didim, ji ber ku dixwazim bibim alîkar ji wan re. Lê hindek jî bê destûr. Te behsa sînema kir, pirsgirêk heye, binêr film mûzîk beşek taybete, yê mûzîka filmê çê dike beşa xwe cudaye, derhênerê me hê fêr nebûne ku beşê mûzîk cuda çêbikin. Ya heyî jî pir hindeke, ew jî zêdetir Ewrûpayî çêdikin. Divê mûzîka Kurdî di sînemya Kurdî cihê xwe bigire, ne mûzîka gelêrî, ne stranên ku gotinan diavêjin, divê ji bo filman mûzîka taybet hebe.

Mamoste der barê bê destûrûyê de, gelo ev bê destûriya bi kar anîna awazan ne bi têgihiştina Kurdan ve girêdayî ye ku hêj Kurd negihiştine wê astê, bi nebûna qanûnên parstinê ve weku li welatên din ku mafê awaz û stranê parastiye ve girêdayî?

Raste, têgihiştin roleke mezin dileyîze. Nimûne, li Ewrûpa jî destûra mûzîka asayî xirabûye ji ber ku li ser înternetê bi dizî tê hildan, lê dîsa jî ne weke me ye, dîsa wane sîdiyên xwe çap dikin, mîna berê sêlikan çap dikin, asayî ye, bi nîvî jî be destûr xwe berdewam dike. Li cem me tiştek wiha tune, mûzîka Kurdî hêj cihê xwe negirtiye ev bela hatiye serê wê. Ji aliyekî din ve, alîkarî ji bo hunerê nîne. Diçe kar dike, deyin dike, bi 30-40 hezar euro sîdiyekê çêdike ji xwe re çêdike, sîdiya derdikeve jî pere xwe dernaxe, mala wî xirab dibe, sîdê jî ji destan derdikeve, ji ber ku nikare belav bike. Lewma li vir erk dikeve ser milê siyasetmedaran, qanûnan derxin, qedexe bikin.

Mafê wan biparêzin

Belê, mafê wan biparêzin. Niha li Ewrûpa çêdikin, hêdî hêdî meseleya mûzîk jî wê bikeve nav. Kî ku dikeve înternetê, çi dikin dizanin. Tu îro saet çi ketî înternetê, çi xwend, mêzekiriye, kîjan vîdyo mêze kiriye, wê demê kîjan strana Feqiyê Teyran (Nizametîn Aric), yan dizîne, ka were vir, te çima diziye, pirsa maf bikin. Lewma Hikûmeta me jî dikare ser van tiştan bifikirin, bisekinin. Lê mixabin saziyên me, siyasetmedarên ez bawerim tucaran tiştên ha nayên bîra wan jî. Ev e jî ji egerê nebûna têkiliya di navbera hunermend û siyasetmedaran de tune. Ez ji te re nimûnekê bidim; duhî sibehê ez û Fatoş Guney runiştine taştê dixwin.

Xanima Yilmaz Guney

Belê, xanima Yilmaz Guney, em rûniştine taştê dixwin, Wezîrê Rewşenbîrî Dr. Kawa hat, cem me, hat û çû, taştê xwar, li cem me re çû û hat, li salonê wisa kesek zêde jî nebû, mêza me jî vale bû, hat û çû, li nav çavê me nerî û qet silav jî neda. Ez û Fatoş wihaşaş man. Hemen camêr me li Berlînê hev naskir, min sîdiyek jî diyarî dayê, lê li vir me nedît, nedixwest me bibîne. Fatoş gelekî hêrs bû. Fatoş got "Ev çawa mirove, ew dizane li vê otêlê derhêner, hunermend, mêhvan û lîstikvan û hemû kesên ku karê wan bi Vêstîvalê hene, ev çima gazî wan nake, bi wan re rûne, bi kêmanî çayekê bi wan re venaxwe? Çawa ev ber me re diçe û tê û naxwaze silavek bide?" Îcar bifikire çawa em pirsa hunera Kurdî bînin nêzîkî siyasetmedaran? Ew tucaran nikarin pirsa hunermendan çareser bikin, ji ber ku nizanin. Em jî nikarin pirsê çareser bikin, derfet nînin, ji ber em ne siyasetmedarin qanûnan çêkin. Em dikarin bi hev re bibin alîkar, em dikarin rûnin, gotûbêjan bikin. Ji bo wan jî û ji bo me jî û ji bo civaka me jî başe, civak wisa pêşdikeve. Hemen meseleyê Tirkiyê çêdike, Almanya çêdike, her sal serokên wan gazî dike, bi wan re rûdine, bi wan re xwarinê dixwe, roja xwe bi wan re derbaz dike, ger pirsek hebe çareser dikin. Ê me çima nakin? Gava têkilî evqas xirab e, tucaran çênabe. Ez gazinê xwe dikim, sibe dusbe ez ê ji rojnamevanekî din ên wek te re bibêjim, ji ber em dixwazin ev pirs ji holê rabe. Em dixwazin pisporek wisa be ku hunera Kurdî nas bike, dema fêm nake, hunera Kurdî nas nake, naxwaze hunermendê Kurdî nas bike, ji kerama xwe here cihek din, bila yek pispor were vî cihî da karekî baş û serkeftî bike. Lewam nîşan dike çend ji hev dûrin, ji pirsa me yên Kurdan dûrin, divê em pirsên xwe çareser bikin, li vir welatek azad avadibe. Gazî kesên li Ewrûpa mayî, bi deh salan mûzîk xwendî, sînema xwendî, ji pirsa fêm dike nakin, wê çaxê tiştek ne asayî li holê heye. Ez dixwazim bêm vir. Ev çend rojin xortan pir tişt ji me mifa wergirtin, min jî gelek mifa ji wan girt. Bi rastî ez li ser meseleya Dr ez pir aciz bûm, lê ji bo Fatoş min da diyar kirin ku we diyare mijûle, wê bihatane, lê rastî ne wisane.

Mamoste, ez dixwazin hinekî werim ser huner, hunera strangotinê. Niha li salên 1980-1990'î hunerek hebû bandorek li ser civakê dikir, derbazî rihê civakê dibû, civak pêve dihate girêdan, gelo cudahiya vê serdemê, ango van salên dawî li gorî wan salan çi ye, hunera Kurdî ya strangotinê awazçêkirinê berû pêşketinê ve diçe, yan jî berû teqlîd û rojavayî û erebeskî ve diçe, vê çawa dibînin?

Bi rastî ev pirsgirêkeke, ji bo min jî pirsgirêkeke. Hunermendên di nifişê min de, mîna min kalin. Tiştên miletî tim di hunera me de roleke mezin dileyist. Ji ber ku asayî ye, ev jî asayî ye, miletê me azad nîne, miletê me pereçe perçeye. Û di çanda me de, hunera mûzîka me de beşeke wiha jî heye, stranên siyasî. Ango, gava mirov li stranên dengêbêjin me guhdar dike, ser 3'ê lingan rûdine; helbest, mûzîk û siyaset, mesleyên civakî. Evan tim di çanda me de heye. Îcar tiştên sosyalîstî,şoreşgerî cureke din kirin nav. Dîsa hemen tiştê berdewam dikin. Li 1990'îşûnde, carekê de ew kesên markîsî digot, Lenînî digotm pir hişk bû, azadiya Kurdistan digot, yekîtî dixwest bi carekê de jibîr kirin, lê rewşa miletê me, bindestiya pereçeyên din ê Kurdistanê berdewame, 3'ê pereçeyên din bin destin, pêdiviya ev tişt berdewam bikin, tekoşîn berdewam dike. Lê vane çi kirin? Ketin bin bandora Arabesika rojane, Erebesik bûye belayekî mezin, navê wê jî li ser e Ereb. Ji mûzîka çanda me ya Kurdî dûre. Temam, olê me bûye musulman, piçek bandor asayî ye, jiber ew ji me distînin, em ji wan distînin, em cîranin. Lê dema mirov mûzîka xwe biavêje alîkî, stîla mûzîka xwe bide alî, tenê Erebeskê ji xwe re bike stîl, û gotin ne gotin û mûzîk ne temam, û bi kîbord û bi elektronîkê û nizanim çi bi besît tiştan bike û mûzîka Kurdî bîne asta dawetan. Ev pir tiştekî nebaşe. Alîkî de hunera mûzîka me, li bakurê Kurdistanê pirs siyasî bi çavê saziyan kirin, nimûne PKK'ê bi melodiya Kurdî bi ser ve piropaganda xwe çêkirin, ev tiştek xeter bû. Li dinyayê de dema dîktator hatine ser desthilatdariyê tiştên gelêrî hildane û propaganda xwe kirine, pir xirabe ku mirov wiha bi mûzîka gelêrî bike, bi wê propaganda siyaseta xwe kirine. Alamanya piştî Hîtler wisa bûye ku mûzîka gelêrî nayê hezkirin, ji ber ku li serdema Hîtler mûzîka gelêrî pir xirab kirin, ji bo xwe bi kar tanîn. Cem me jî, li bakur wisa çêbû, ev jî tiştek pir xirabe. Bi ser mûzîka Kurdî de bi cidî neçûn. Ez dikarim bêjim li her çar perçeyên Kurdistanê planeke wan ya ku wê mûzîka Kurdî di paşerojê de çawa be nîne. Em miletekî pir kevinin, welatekî pir kevin û dewlemendin di aliyê hunerê de. Tu diçe aliyê Botanê mûzîk dinyayek dine, diçe Serhatî dîsa wisa, diçe aliyê Zaza dîse wisane, diçe Soranan, aliyê Îranê wanderan dîsa cudaye, diçe aliyê Qefqasiya nava Kurdên me ên Kurmanc dîsa cudaye, ango ji her awayî ve mirov nikare bibêje yek mûzîk heye, na, pir pir dewlemende, lewma divê em bingehê wan wenda nekin. Dema ku tenê Botan bimîne, Erebesk bimîne xetere. Dengbêjî ketiye xeterê! Zaza miletek biçûke pir di tengasiyê de ne. Mûzîka me ya Êzîdîyan bingeha çanda me Kurdane, ji wan çend maye, gelo evqas bû? Çend sema mane, gelo evqas bû? 100 sal ber, 200 sal berê çawa bû? Evana kokin, divê em van derxin. Astormant, çiqas astormantê me hebûn? Bi xortan re axivîm li dema berê ji çengê teyran Bilûr çêdikirin, ev astormant çawa çêdikirin, çima wenda bibe? Niha her tişt ji holê rakirine, tenê kîborke û xilas, wisa nabe. Li welatê Ewrûpa ev yek pir pêşketiye, wan derdixin, di dibistanan de wan fêr dikin, ji ber ku ev dewlemendiya cîhanê ye jî.

Li ser hunera Kurdî, wendabûna hunera dengêbêjiyê, gelo li vir de partiyên Kurdî jî nebûne asteng? Mamoste em hindek xalan aşkere bidin diyar kirin, bi awakî giştî partiyên Kurdan nebûne asteng li pêşiya vê hunerê û mûzîka Kurdî? Nimûne gelek cara gotûbêj dihatin kirin, heta niha jî berdewam dikin weku; divê hunermend serbixwebe yan divê girêdayî îdeolojiyekê, siyasetekê be, ev çi ye? Ev heta çi astê bûye asteng, erênî û neyîniya xwe çi ne?

Ezmûnên miletên din jî hene, wane jî hemen tişt kirine. Wane jî gotine, divê hunermend bi îdeolojî, siyasetê ve girêdayî be, endam be. Ev tişt ne nûye, sosyalîst, komînistan çêkirin, ji soveyetistanê hatiye. Hîn jî, hin saziyên me hene dibêjin Stalîn wiha gotibû, Lenîn wiha gotibû. Evane miletan ezmûnên mezin dîtin û dîtin ku dema hunermend dikeve bin bandora sazî û siyasetan pir tiştên xirab dibe. Ji ber ku sazî, siyaset rojane kar dike, mecbûre rojane be. Lê huner tam berûvajî wê ye, tucaran mirov nikare huner rojane çêbike. Huner bi ziman tê çêkirin, sazî dibe ku piştî çend salên din bi navek din be, bi îdeolojiyeke din be, bi serokek din be. Lê ziman, zimanê huner dimîne. Zimanê tevane. Ji nifişê îro re jî, ji yê sibe re jî ji sed salên din re jî ev ziman divê. Dema mirov dikeve bin bandora siyasetê, mirov xwe kor dike, ker dike, ji her awayî ve! Niha ez hindek kesan nas dikim, 15-20 salên xwe dane siyasetê, niha dûrketine ji siyasetê, li ortê mane, dibêjin 20 sal ji temenê me çû, 20 sal temeneke û ji 20 sal ve çi kirine poşman bûne, pêşve neçûne. Huner û hunermendî ne tiştek wiha mirov li benda îlhamê be, na. Hunermendî mîna kerkerekî ye ku her sibeh radibe diçe ser karê xwe, wiha diçe ser astromanta xwe, ser romana xwe, binivîse nebû biavêje, binivîse nebû biavêje heta ku çêbibe, wê çaxê huner tê. Saziyên me çandek, ehlaqek anîn nav civaka me, hunermendê me jî kirin nav û xirab kirin. Evqas xortên me ketin nava wan û karê rojane bi wan kirin. Îro nikarin bersiva min bidin, çima? Gava mirov pirskir te çima mûzîk ji xwe re kiriye kar û tiştên xirab gotiye, bersivê nikarin bidin, sazî wisa xwestiye. Sazî wisa bûne hunermendan ji xwe re çêdikin û dibêje min tu çêkirî, tu hunermend nebûyî min tu kirî hunermend, wan dikin bin bandorekê û nikare tiştekê bike, nikare berfireh bifikire, ka di dinyayê de mûzîk ber bi kûve diçe, sazî wan fêr nake û nahêle here bixwîne jî. Ev jî, xetere! Ango, hunermend mecbûre azad be. Ev nayê wê wateyê ku mesle miletî neyê wî ye, na, mesele netewî ji siyasetmedaran jî zêdetir yê hunermendane. Ji milet re mînakên baş divin, di warê neteweyî de, azadî de, civakî de, di meseleyên ehlaqî de hunermend dikare rola xwe bileyîze. Ev jî, hunermend çiqas dikare xwe bide pêş, xwe pispor bike, bibe profesyonel ew çend mifa xwe ji civakê re heye. Kurd 40 milyonin, em 40 milyon kesayetiyên cuda cuda ne, gava mirovên me dikevin nava saziyan, nava îdeolojiyan kesayetiya wan ji holê radibe, ev xetere! Saziyên me hunermendan hildgirin nava xwe kesayetiya wan ji holê radikin. Lewma divê hunermend bi kesayetî be, bi kesayetî huner çêbike. Divê siyasetmedarên me jî wiha bin, mirov karibe bibêje ez pê serbilindim, xwezî bi sedan hebe, lê mixabin kêmin. Lewma divê hunermend azad be, xwe bide pêş, karê xwe bixwîne, karê xwe hîn be. Hindek jîr, jêhatî, dengên xwe xweş û ên karibin roleke baş di sînemayê de bike hene, lê bê xwedîne, piştgirî ji wan re nîne. Bila sazî wan bihêlin karê xwe bikin, dikarin alîkarî bidin wan.

Mamoste der barê kar û xebatên we yên hunerî de, ango sînema û stranê de çi heye, gelo berhmne nû hene?

B: Ez ji xwe re projeyan çêdikim, wisa kilamekê, stranekê çênakim, projeyan hildigirim. Em bêjin, ser helbestvanên Kurdên Qefqaiyayê, yên Ermenîstan, Gurcistanê, Ezerbeycanê bi helbestvanên wan re rûdinim, 40-50 helbestên helbestvanên cuda cuda, wan dijimêrim, helbestên wan dijmêrim, wan kom dikim wan dinivîsîm, mûzîkên nû ji wan re çêdikim. Yek ji wan min derxist bi navê Azadî ye, 4'an, projeyên wisa mezin ji xwe hildigirim. Ser sînema jî karê min heye, çend tişt min nivîsîn, plana min ser Kurdistana Tirkî bû,

Kurdistana bakur

Belê Kurdistana bakur, belkî biçim Kurdistana bakur, karne bikim, lê mixabin rewşa gelê me li bakur ne ew çend başe, lewma çûna min jî niha wiha maye. Lê çend fikir hene dixwazim li vir çêkim. Lewma hatina min vir li otêlê, lê Vêstîval tiştek dine. Lê divê ez xwe ji Vêstîval û wan tiştan dûr bikim, li nava milet bigerim da karibim tiştekê bikim.

Li demeke nêzîk berhmek heye?

Erê, mixabin ev jî xaleke pir gîringe, em niha îsal studoyekê li Bonê çêdikin, îcar welatê me yê azad me nikarîbû li vir çêkiribane, belê me dikarî çêbikin, ez pir dixwazim li Kurdistan bijîm, qe nebe biçim û bêm, jiber meteryalê me li vir heye. Ez îro çûm geriyam, çiqas meteryal li vir heye?

Zemînek pir baş heye

Zemînekî pir pir başe. Û 30 sale xerîbî jî pire, lewma welat welat. Lê mixabin, ew mekanîzma çênebûye ku hunermend rehet rehet karên xwe li vir bikin, siziyên me, siyasetmedarên me em jibîr kirine, lewma em niha li Almanya çêdikin, hindek maye xilas bibe, em dest pê dikin, em komek hunermend me yekîtiyek çêkiriye

Mamoste, wek nav kîne yên di nava vê kom û yekîtiyê de cih digirin?

Delîl Dîlanar, Xêro Ebase, Beser Şahîne, Kanînare, Zela Meleye û çend xortên din jî têxin nav, niha em şeşkes dest pê dikin, paşerojê de koma xwe mezin bikin. Em dixwazin projeyan çêkin, me dest bi konsêran kir. Me konsêrek ji bo wanê pêkêşkir, her şeş bi hev re li ser dikê stranan dibêjin, sitîlên cuda cuda, em dixwazin çanda bi hev re kar kirinê ji her kesî re nîşan bikin, bibin nimûne, her şeş bi serê xwe hunermendek başe, karê xwe baş dike, em dixwazin hêza xwe bînin cem hev bo her kesê nîşan bikin ku Kurd dikarin bi hev re kar bikin, dîsa her kes azaye, bi serê xwe ye, lê ya gîring ew e ku em bi hev re kar bikin, karek wiha pîroz li pêşiya me.

Başe mamoste di dawî de, gelek sipas bo bersivên te, ez gelekî keyfxweşbûm.

Ez jî wiha keyfxweşbûm, zor sipas.

Avestakurd