Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî
Hunermenda hêja Hozan Alîn her çende ev
pirsa min klasîk jî be, lê bawerim gelek kes
hene mereq dikin Hozan Alîn kî ye. Lewma pirs
dikim, gelo Hozan Alîn Kî
ye, zarokatiya wê çawa derbaz bû, di
nava malbeteke çawa de mezin bû û çîroka wê ya
hunermediyê çawa destpêkir?
Zarokatiya min weku her zarokek Kurd bi asayî
derbaz bûye. Weku hûn jî dizanin, ez di nava
malbeteke Kurdwer, netewperest de mezin bûm e.
Belê, ez li ser rêbaz û
perwerdehî û sicda neteweyî û milet û çanda wê
mezin bûm. Min hêj di piçûkatiya xwe de li
huneremendên Kurd û mûzîka Kurdî guhdar dikir.
Bê guman, jîn û jiyan û
derdê gelê Kurd evîna hunerê di dilê min de çand.
Lewma, min di 8 saliya xwe de dest bistrangotinê
kir û di 18 saliya xwe de min bi rengekê
prfîsyonel dest bi hunerê
kir. Her wiha di nava karê hunerî de berdewam
im. Min Zankoya Dermanxane, Înstîtûka Ciwaniya
Çerm û Înstîtûka Mûzîkê li Almanya xwendiye, bi
dawî kiriye.
Hozan Alîn a hêja, ji bo we huner û
hunermendî tê çi wateyê û serkeftina hunermend
di kû de veşartiye? Gelek kes dibêjin em
hunermedin û heta pir ciwan û keç
hene li pey wan dibezin bê ku bizanin ka
ev kes çi dibêje, çi peyamê dide di stranê de lê
di hemen demê de hêdî hêdî winda dibin û tên ji
bîr kirin. Berûvajî vê,
hunermendên weku MihemedŞêxo, Tehsîn
Taha, Eyaz Yûsiv, Erdewan, Meryem Xan û gelek
wek wan di dîroka hunera Kurdî cihê xwe girtin û
neyên ji bîr kirin,
gelo egerên vê yekê çi ne?
Huner, bi dîtina min, huner di ehlaqî û zanistî
de ev e; huner nûnertiya wijdan û îrada gel dike.
Lewma tê xwestin huner û hunermend azad bin,
serbixwe bin. Ji ber ku
hunermend xwemaliya (Mulk) gel e, ango divê
hunermend derdê gel bîne ziman. Divê hunermend
azad be û serbixwe be! Belê, pir hunermend hatin
holê, lê zû ji milet
û jiyana milet qutbûn, wenda bûn û nikarin cihê
xwe di wijdanê gel û dîrokê de bigirin. Ji ber
ku ew ne hunermendên xwezayî bûn û ne jî
xwemaliya gel bûn. Wan
hunermendan di warê kesayetî û fewdalî de israr
kirin, ev bû sedema sereke ku zû wenda bûn. Lê,
hunermendên wekî; Mihemed Şêxo, Tahsîn, Eyaz û
Erdewan hwd..
bûn e sembol û bibilên derdê gelê Kurd û man
xwemaliya jîn û jiyana gel, lewma cihê xwe di
dilê gelê Kurd û dîrokê de girtin û tucaran
namirin.
Hozan Alîn, hunera îro çawa dibîne, gelo
hunera Kurdî ji reseniya xwe dûr dikeve yan jî
berû pêşve diçe, hêviyekê, ronahiyekê dide
paşerojê û di nava vê pirsê de
Hozan Alîn xwe çawa dibîne?
Bê guman, hunera Kurdî ji hemû wextan pirtir tê
moxil kirin û bi rengek û pergalek (Sîstem) û
rêbazeke akadimîk û profîsyonel bi rêve diçe û
di pêşketinê de berdewam
e.
Ez ne şaş bim, ev demeke dirêje
hunermend Hozan Alîn li Ewrûpa dijî, gelo ev
salên xerîbiyê çi li hunera Hozan Alîn zêde kir
yan kêm kir, bandoreke çawa li te
kir?
Bi rastî, hîsa xerîbiyê û dûrketina ji
welat û qedexekirina li ser çand û huner û
zimanê Kurdî bi deh qat îrada min a neteweyî û
Kurdewarî û şoreşgerî xurtir kir. Lewma ji bo
çand û huner û derdê hemû miletên bindest, mîna
zincîrê û xelekên xwe, xwe li min pêçan û bi wan
jiyana azad û renga reng dijîm.
Rojeke Hozan Alîn çawa derbaz dibe, bi
giranî karê we çi ye, ger zehmet nebe dikarin
behsa rojeke ji jiyana xwe ji xwendevanan re
bikin?
Ez weku jinek Kurd, hunermend û akadimîk pir
mijûlim û pir ji bo azadî û îrada serbixwe li
ber xwe didim.
Der barê kar û xebatên we yên hunerî ên
dawî de, anko berhmeke nû heye? Hûn dikarin
bibêjin?
Belê, ez niha li ser berhema 3'yem kar dikim û
ev berhem wê mîna suprîzeke mezin be û wê ji her
du berhemên min ên borîn xurtir be. Di vê
berhemê de
hunermendek Alman ê pir serkeftî û
navdar û çend anarcûrên serkeftî û profîsyonel
cih digirin, tevlî berhemê min dibin.
Ger zehmet nebe, tu dikare behsa
serpêhatiyeke xwe ya balkêş bike ku di jiyana te
derbaz bûyî û ji bîra te naçe?
Belê, serpêhatiyek min a pir balkêş û xemgîn di
jiyana min de derbas bûyî heye, lê ez naxwazim
li ser wê rawestim û dixwazim xwe razî bikim û
jibîr bikim!
Hunermenda hêja Hozan Alîn ez gelek
sipadarê we me ku we ev derfet da û bersiva pirsan dan û her serkeftî bin di karê xwe yê
hunerî û jiyana xwe de.
Di dawiyê de, ez dixwazim sipasiya we kek û
mamoste Demhat Dêrikî bikim. Bi rastî ez pir
nivîsandinên hewe dişopînim û dixwînim. Bi rastî
tu kesek başdinivîsî û diyar
e ku, hunereke
serkeftî di we de heye û paşeroja we ronahiye û
ez hêvîdarim ku tu berdewam bikî. Her wiha
sipasiya Avestakurd dikim û bi rastî Avestakurd
ximetek
mezin ji bo huner û pirs û zimanê Kurdî
dike û heta niha bi serkeftî û profîsyonelî karê
xwe bi rêve biriye û hêvîdarim ku her wiha
berdewam bike.
Avestakurd